Artêşa Lubnanê, piştî banga veguhestina sivîlan a ji herêmên li derdora Tyre (Sûr) a li Başûrê Lubnanê êrişên hewayî kir.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê medya dîjîtal daxuyanî da û bang li şêniyên herêmê kir ku tavilê malên xwe biterikînin û derbasî bakurê Çemê Zahrani bibin.
Artêşa Îsraîlê iştre daxuyanî da û ragihand ku li herêma Sûrê êriş biriye ser nuqteyên binesaziya Hîzbûllahê.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê jî diyar kir ku li navend û bakurê bajêr du êrişên hewayî hatin kirin, li avahiyekê hate xistin û agir bi qadê ket.
DI ROJÊN DAWÎ DE BI DEHAN KES HATIN KUŞTIN
Li gorî çavkaniyên xwecihî li herêma El Buss a li nêzî Sûrê, êriş li se avahiyekê hate kirin û herî kêm 2 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku di êrişê de herî kêm 15 kes jî birîndar bûn ku hin jê jin û zarok bûn.
Êrişên artêşa Îsraîlê rojên dawî zêde bûn. Roja Çarşemê di êrişan de herî kêm 9 kes, roja Sêşemê jî herî kêm 34 kes hatin kuştin.